26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî serxweşî li malbata xwedê jê razî Şukrullah Baban kir

Çavkanî: KDP.info

Duhî bi minasebeta koçbar bûna kesayetiyê navdar yê Rojhilatê Kurdistanê xwedê ji razî Şukrolah Baban Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta rehmetî kir ku, ev jî tekesta vê ye;

 

Bi navê xwedê mezin û dilovan

Malbeta birêz ya xwedê ji razî Şukrolah Baban

Silavên xwedê li we bin.

Mêxabin nûçeya koçbarbûna kesayetiyê navdar yê Kurd û Bêjerê radiyoya Kurdî ya Tehran û Kirmanşahê Şukrolah Baban gehêşte me.

Xwedê jê razî jibilî karê Bêjeriyê hevdem xwedan çendîn berhemên girîng di warê lêkolîn, helbest û wergêranê deye lewre koçbarbûna vî wendakirineke gelek mezine bo Gelê Kurd.

Jiber vê minasebeta han perser û serxweşiyên xwe pêşkêşî we dikim û ji dil jî hevxemiya xwe bo we diyar dikim.

Hêvî ji xwedê mezin dikim ku, rihê rehmetî bi ceneta xwe şa bike sebir û sebûrî jî bide tevahiya me.

 

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

18.11.2012

Nûçeyên têkildar