Mehmûd Mihemed: Dezgehên PDKê piştgiriya biryarên Serok Barzanî dikin

Hewlêr-KDP.info-Endamê Polîtburoya PDKê û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand ku, ji ber aloziyên ku niha li navçeyê hene, pêwîst e berdewam civîn hebin bo nirxandina eger û pêşhatên nû û çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha da zanîn ku pêwîst e çaksaziyên baş û guncaw ligel rewşê bê kirin û tevahiya dezgeh û organên PDKê jî piştgiriya biryarên Serok Barzanî bikin.
Mehmûd Mihemed derbarê civîna Encumena Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Berdewam ligel van guhertinên ku ji aliyê siyasî û pêvajoya siyasî û ligel van aloziyên ku li navçeyê diqewimin, pêwîstî bi civîn û nirxandina eger û çareserkirina pirsgirêkan heye. Ew civîn jî bi piştrastî derbarê rewşa niha ya navçeyê û Kuridtanê û herwiha ew biryarên ku Serok Barzanî daye derbarê çaksaziyê li Herêma Kurdistanê, çi li nav Hikûmeta Kurdistanê û çi jî di nava PDKê de.”
Derbarê çaksaziyên di nava hikûmet û PDKê de jî Mehmûd Mihemed wiha got: “Ew yek zêdetir dimîne ser wan biryar wan biryarên ku tên dan derbarê hikûmetê jî pêwendî bi civîna me tune ye, ji ber girêdayî hikûmetê û dezgehên wê û Serokatiya Hikûmetê û Serok Barzanî ve, ku dê karên pêwîst û taybet derbarê wê de bikin. Lê derbarê çaksaziyên PDKê jî, pêwîstî bi gotûbêjan heye di navbera Polîtburoya PDKê û Encumena Serkirdatiya PDKê de.”
Mehmûd Mihemed derbarê biryarên çaksaziyê di vê qonaxê de wiha got: “Ev qonax pir cuda ye ligel rewşên berê. Rewş wê yekê ji me dixwaze ku em çaksaziyên baş û guncaw ligel rewşê de bikin, lewma bi piştrastî emê vê pêngavê bavêjin û tevahiya dezgeh û organên PDKê piştgiriya wan biryarên Serok Barzanî dikin.”
Endamê Polîtburoya PDKê û Berpirsê Dezgeha Rewşenbîrî û Ragihandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê paşeroja Herêma Kurdistanê de ragihand: “Divê em kurd bi awayekî baş ji vê qonaxê re amade bin û ligel rewş û guhertinên navçeyên biçin. Bo wê yekê jî pêwîstiya me bi yekrêzî û tebayî û yekdengiyê heye. Eger li ser pirsgirêkên navxweyî cudahî di navbera me de hebin, pêwîst e li ser pirsên girîng ên neteweyî û niştimanî û ew aloziyên ku li navçeyê hene û ligel hevpeymaniyên ku li navçeyê hene, pêwîst e em hewl bidin ku hebûna xwe feriz bikin.”




