26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mafnas: Pêwîst e Amnesty daxwaza lêborînê ji Pêşmerge û gelê Kurdistanê bike

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Endamê Tora Rêxistina Mafê Mirovan li Rojhilata Navîn 
 
Dr. Tariq Xêlekî derbarê rapora Amnesty International de, ragihand ku ew 
 
rapor bê belge û bingeh e, lewma pêwîst e ew rêxistin daxwaza lêborînê ji 
 
gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bike.
 
Roja 24/2/2016ê, rêxistina Lêborînê ya navdewletî Amnesty International 
 
rapora xwe ya salane derbarê rewşa mafê mirovan li hemû cîhanê belav kir 
 
û çend laperên vê raporê taybet bûn bi rewşa nafê mirovan li Iraq û Herêma 
 
Kurdistanê.
 
Derbarê wê raporê de, Endamê Tora Rêxistina Mafê Mirovan li Rojhilata 
 
Navîn Dr. Tariq Xêlekî ji malpera KDP.info re ragihand: “Amnesty 
 
International di rapora xwe de îdia dike ku Hêzên Pêşmerge piştî 
 
rizgarkirina gundên ereban malên wan xerab dike. Lewma Rêxistina Mafê 
 
Mirovan li Rojhilata Navîn ji ber wê raporê duhî ligel şandeke wê rêxistinê 
 
serdana cih û gundên ereban ên ku Pêşmerge ew rizgar kirine, kir û ji me re 
 
derket ku bê belge û bingeh e. Berevajî wê raporê, me dît ku çawa Hêzên 
 
Pêşmerge alîkariya malbatên ereban dane û erebên wan deveran bi aramî 
 
dijîn. Me ti xerakirinek nedît. Lê tenê li cihna ji ber bombebarana balafirên 
 
hevpeymaniya navdewletî li ser DAIŞê mal hatibûn xerabkirin û ew yek zelal 
 
e.”
 
Dr. Tariq Xêlekî wiha got: “Erebên wan deveran pir dilxweş in bi rizgarkirina 
 
gundên wan û ev yek di serdana me de diyar bû, lewma em vê raporê red 
 
dikin û şermezar dikin û nabe careke din bi bêbelge raporên wisa belav 
 
bikin û em daxwaz jî dikin ew rêxistin daxwaza lêborînê ji gelê Kurdistanê û 
 
Hêzên Pêşmerge bike, ji ber ku Pêşmerge gund parast ne, ne têk dane û 
 
jibilî vê yekê jî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariya xelkê wan gundan jî 
 
kiriye.”

Nûçeyên têkildar