Josef Bayden Hoşdarî Da Malikî: Şerrê bi Pêşmerge re Hêla Sore

Cihgirê serokê Amerîka Josef Bayden hoşdarî dide hukûmeta Iraqê û Nûrî Malikî ku, ji bo Amerîka hêza pêşmerge hêla sore û di egera her êrişeke artêşa Iraqê de bo ser pêşmerge û çêbûna her şerrekî, çi li Kerkûkê be yan jî li cihekî din be, dê hêzên Amerîka destwerdanê bikin.
Duhî yekşembe, jêderekeî ji rojnameya Alsiyasa ya Kuweytî re ragihandiye, ku dîplotmatkarên Amerîkayê li Bexdadê, di hewl de ne di bareya alozîyên qewimî yên li Dûzxormato de peywendî bi Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê bikin da ku her du alî bi rêkevtineke hevbeş bo birêvebirina navçeyên dabirandîyên Kurdistanê bigihîjin û li gel ewê çendê lêkolîn di beware serbazî û ewlehîyê de li ser belawkirina hêzên suapyê Iraqê li herêma Kurdistanê.
Ewê rojnameyê daye xuyakirin, ku yek ji rêyên çareserîyê ku Josef Bayden pêşniyar kiriye, ewe bûye ku hêzên Amerîkayî li navçeyên dabirandîyên Kurdistanê bihên belawkirin, da ku rê ji her pevçûnekê di navbera pêşmerge û artêşa Iraqê de bihê girtin. Amerîka rê bi alozî û şerr di navbera Hewlêr û Bexdadê nade.
Jêdera navhatî herwisa aşkira jî kiriye, ku Jo Bayden di bareya pevçûna artêşa Iraqê û pêşmerge de jî bi tundî hoşdarî daye Nûrî Malikî serok wezîrê Iraqê û êrişa bo ser pêşmerge wek hêla sor bi nav kiriye û ragihandiye, ku di haleteke wisa de ku şerr dekeve, dê hêzên Amerîka bihêne nav rewşê,çi şer li kerkûkê be yan jî li her cihekî din be.




