26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Kurdistanê bi alîkariya welatên Kendavê heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Konsulê Kiweytê li Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar de derbas dibe, ji ber vê yekê jî pêwîstiya wê bi piştgiriya temam a welatên erebî û Kendavê heye. Konsulê Giştî yê Kiweytê jî got, ewê veberhênerên Kiweytî han bidin ku li Kurdistanê kar bikin.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Kiweytê Dr. Umer Ehmed Elkenderî kir.

Di wê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya Roja Niştimanî û Roja Rizgarkirina Kweytê li Dr. Umer Ehmed Elkenderî û serokatî û gelê Kiweytê kir. Piştre behsa rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê û rewşa navxwe ya Kurdistanê kir, bi taybetî jî kirîza darayî û bernameya Hikûmeta Kurdistanê bo çaksaziyê.

Herwiha di wê hevdîtinê de, pêwendiyên navbera Kurdistan û Kiweyt û Bexda, û serdana dawî ya şanda Hikûmeta Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtina Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Almanya hatin nirxandin. Di vê barê de, Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, Hewlêr dixwaze pirsgirêkên wê ligel Bexdayê bi rêya gotûbêjan û jihevtêgiheştinê  çareser bibin û amadehiya Kurdistanê bo her înisyatîvekê di vî warî de nîşan da.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê di rewşeke dijwar de derbas dibe, ji ber vê yekê jî pêwîstiya wê bi piştgiriya temam a welatên erebî û Kendavê heye.

Derbarê rewşa navxwe jî, Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Kurdistanê di çaksaziyên xwe yên giştî de cidî ye û bi hemû awayekî hewl dide çavkaniyeke din ji dahatê re bibîne ku alternatîva petrol û gaze be.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Giştî yê Kiweytê Dr. Umer Ehmed Elkenderî da zanîn ku pêwendiyên wan ligel hemû dezgehên hikûmeta Kurdistanê û tevahiya çîn û taxên Kurdistanê baş in û kar li ser pêşxistina karê mirovî li Kurdistanê dikin û ewê veberhênerên Kiweytî han bidin ku li Kurdistanê kar bikin. Herwiha dilgiraniya xwe jî li hember bandorên nerênî yên kirîza darayî li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê nîşan da.
 

Nûçeyên têkildar