Yekgirtû: PKK dixwaze derdê dilê xwe bi boriya Kurdistanê rehet bike

Hewlêr-KDP.info- Parlemanterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hacî Karwan rexneyê li PKKê dike û dibêje, çima pêwîst e boriya petrola Kurdistanê bê teqandin?. PKK dixwaze derdê dilê xwe bi boriya Kurdistanê rehet bike.
Hacî Karwan Parlemanterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev şer bi PKKê tê kirin, baş e eger ne wisa be teqandina boriya petrola Kurdistanê ji ber çi ye? Yan jî PKK dixwaze derdê dilê xwe bi boriya Kurdistanê rehet bike. Ev yek ne siyaset e. Boriya petrolê çi bike?.”
Karwan wiha got: “Eger PKKê rast dibêje û dixwaze ziyanê bigihîne Tirkiyê, bila biçe boriya petrola Îranê biteqîne, lewma ew yek siyasetekî faşil e û ez wek ragihandina şer li dijî Kurdistanê dibînim. Ji ber ku bi her hêcetekê be nabe êriş biçe ser boriya qutê xelkê Kurdistanê.”




