Zanayên Îslamî: Pêkanîna referandûmê erkekî olî ye

Hewlêr-KDP.info- Zanayên ola îslamê ragehandin ku, pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistana Başûr erkekî olî û netewî ye û pêwîst e bê pêkanîn.
Şandekî leqa Soran a Yekitiye Zanayên olî yên Îslamiya Kurdistanê û rêveberiya Ewqaf a Soran serdana Parlamentoya Kurdistanê kirin û di civînê de li gel Cîgirê Serokê Parlamentoyê Cefer Êmînkî û fraksiyona PDKê çend daxwaz pêşkêş kirin.
Rêveberê Ewqaf ê Soranê Weysî Seîd ragehand ku; di civînê de li gel Cefer Êmînkî rewşa siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine û herwaha hatiye destnîşan kirin ku parastina mînbera mizgevtan û zanayên olî pîroze.
Weysî Seîd diyar kir; li gor zanayên olî li gel krîza Kurdistanê, pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê û diyar kirina pêşeroja peyvendiyên Hewlêr û Bexda û karkirin ji bo geheştina serxwebûna Kurdistanê erkekî olî û netewiye û ferze li ser hemû misilman û Kurdekî.’’




