26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Doskî bo PKKê: PDKê çi ji we kiriye, heta hûn wisa dikin?

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Siyasetmedarê kurd Dr. Dîndar Necman Doskî dilgiraniya xwe ji helwesta PKKê nîşan da û di wê baweriyê de ye ku destêwerdan di karûbarê Başûrê Kurdistanê de ji sînoran derketiye.

Dr. Dîndar Doskî yek ji damezrênerên Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ye û siyasetmedarekî kurd e û ji malpera KDP.info re ragihand: “Lîstikeke navdewletî heye û dixwazin ew lîstik Başûrê Kurdistanê jî li xwe bigire, lewma pêwîst e hemû xelkê Kurdistanê ha ji lîstikê hebin.”

Doskî wiha got: “Ji aliyekî em dibînin ku civaka navdewletî dixwaze rasterast ligel Herêma Kurdistanê kar bike û ji aliyekî din ve em di nav xwe de mijûlî têkdana yekrêziya xwe ne. Bi taybetî em dilgiran in ji wê destêwerdana PKKê di karê Başûrê Kurdistanê de, ku bi eşkere sînorê xwe derbas dike û boriya Kurdistanê diteqîne.”

Wî siyasetmedarê kurd wiha domand: “Hêceta wan ku ew wî karî li dijî PDKê dikin. Baş e PDKê çi kiriye heta wî karî dikin. Yan eger mebesta wan Hikûmeta Kurdistanê be, ma ne Hêzên Pêşmerge bûn ku çûn Kobanî û alîkariya wan dan? Ew hemû pêdvî û alîkariyên ku diçin Rojava yê kê ne? Pêwîst e PKKê di serî de ew yek ji ber çavê wê neçe ku yê piştevaniyeke navdewletî ji PKKê re çêkir, Serok Barzanî bû. Lewma em dipirsin, çima PKKê wî karî dike li Başûr û ji berjewendiya kê re wî karî dike.”

Nûçeyên têkildar