26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Rêgirtin li petrolê, lêdana jiyana xelkê Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîrê Çandiniyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, bêguman teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê karekî xerab û neberpirsyarane ye, ji ber ku mijara petrolê pêwendî bi aboriya Herêma Kurdistanê heye û jiyana xelkê Kurdistanê li ser wê petrolê ye, lewma em êrşa li ser şermezar dikim. Ji aliyê xwe ve Dr. Mihemed Bazyan ragihand ku, PKK ziyanê digihîne Kurdistana mezin.

Ji roja 16 mehê ve ji ber teqandina boriya petrola Kurdistanê ji aliyê PKKê ve rawestaye, ji ber vê yekê ve Hikûmeta Kurdistanê wî karî şermezar dike.

Dr. Mihemed Bazyanî Serokê Navenda Huda bi Lêkolînên Stratejîk ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev karê PKKê ne karekî neteweyî ye ji ber ku ziyana yekê û mezin digihê gelê Kurdistanê. Guman tê de tune ku neyar û nehezên kurd sûdmend dibin ji van karan û pêgeha kurdan lawaz dibe û dostên kurdan soza wan bo pirsgirêka kurdî lawaz dibe. Herwiha pirsyar li cem me çêdibe ku çima PKKê boriya petrola di navbera Îran û Tirkiyê de nateqîne?. PKKê ziyanê digihîne piroseya Kurdistana Mezin.”

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Çandiniyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulsetar Mecîd ragihand ku, bêguman teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê karekî xerab û neberpirsyarane ye, ji ber ku mijara petrolê pêwendî bi aboriya Herêma Kurdistanê heye û jiyana xelkê Kurdistanê li ser wê petrolê ye, lewma em êrşa li ser şermezar dikim.

Mecîd ragihand ku, ev karê PKKê li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê ne ji ber ku ev yek pêwendî bi hemû Kurdistanê ve heye.
 

Nûçeyên têkildar