Brîtanya: Em amade ne alîkariya Kurdistanê bikin di derbaskirina vê kirîzê de
__2016_02_23_h16m37s0__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir û di
wê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand amadehiya welatê xwe ragihand ku
li rêya şêwirîn û şandina tîmê teknîkî ya pîspor ku yarmetiya Herêma
Kurdistanê ya li derbasbûna qeyranê bide.
Roja sêşem 23.02.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê pêşwaziya Frank Beyker Balyozê Brîtanya li Iraqê û şandekî li gel
kir.
Li hevdîtinê de behsa Konferansa Asayîşa Munix 2016 û hevdîtin û çalakiyên
Serok Barzanî li wê konferansê û encamên wê kirin.
Her wiha di derbarê qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê û hengavên
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya rûbirûbûn û çareserkirina qeyranê de
danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Brîtanya amadehiya welatê xwe
ragihand ku li rêya şêwirîn û şandina tîmê teknîkî ya pîspor ku yarmetiya
Herêma Kurdistanê ya li derbasbûna qeyranê bide.
Her li vê hevdîtinê de behsa pêşhatên siyasî û emniyên dawî ya navçeyê û
Iraqê û şerê DAIŞê kirin û her wiha amadekariyên operasyona azadkirina
Musil û qonaxa piştî DAIŞê guftûgo kirin.




