Hêza Dijîterorê ya Kurdistanê jineke Swêdî ji destê DAIŞê rizgar kir

Hewlêr-KDP.info- Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê eşkere kir ku
hêzên girêdayî wê encumenê operasyonek serkeftî li nav deverên di bin
destê DAIŞê de kirine.
Encumena Asayişa Kurdistanê, ragihand, hêzên girêdayî wê ku wek “Hêza
Dijîterorê” tê nasîn, li herêma Mûsilê û li deverên di bin destê DAIŞê de
operasyonek serkeftî pêk anîne.
Encumenê daye zanîn ku di encama wê operasyonê de pêşmergeyên
Dijeterorê karîn jineke Swêdî ji nav lepê DAIŞê derxînin û rizgar bikin.
Encumena Asayişa Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku, operasyona
han roja 17ê vê mehê li navçeyeke nêzîkî bajarê Mûsilê hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya Encumena Asayişê, navê wê jina Swêdî ya ku hatiye
rizgarkirin, Marlîn Stîvanî Neverlayn e û temenê wê jî 16 sal e.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew keça Swêdî, par havînê ji aliyê
çekdarekî DAIŞê ve li Swêdê hatibû xapandin û derbasî Sûriyê bibû, ji wir jî
derbasî Mûsilê bibû.
Li gorî agahiyên Encumena Asayişê, piştî ku aliyên fermî yên Swêdê û
malbata wê keçkê daxwaza alîkariyê ji Encumena Asayişa Kurdistanê kir,
Hêza Dijîterorê ew operasyon pêk anî.
Hat gotin ku ew keçik niha li Herêma Kurdistanê ye û prosedûra vegera wê
bo Swêdê tê amadekirin.




