26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Partiyên Başûr ji PKKê dilgiran in..Divê PKK gefên xwe li ser petrola xelkê Kurdistanê rawestîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Gefên PKKê bi teqandina boriya gaza Kurdistanê û hewlên wê bo rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê, hemû partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dilgiran kirine û hemû jî daxwaz dikin ku PKK li siyaseta xwe vegere û endamekî serkirdatiya YNKê jî dibêje, eger PKKê li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji wan karan bernede, dê hêzên siyasî bên ser xetê û wan gefan rawestînin.

Demhat Egîd Berdevkê Koma Civakên Kurdistan (KCK) ragihandibû ku, ew rê nadin boriya gaza Kurdistanê ku bi rêya Tirkiyê hinarde bike.

Vê daxuyaniya Egîd dilgiraniyeke mezin li cem partiyên Herêma Kurdistanê li pey xwe anî û bi nêrîna wan ev gef cureyeke ji terorê.

Serokê Firekesyona Yekgirtû Islamiya Kurdistanê di parlemena Iraqê de Dr. Musena Emîn ji malpera KDP.info re ragihand: “Heger PKKê gefên teqandina boriya gaza Kurdistanê bixwe, ew karekî dijminane li beramberî Herêma Kurdistanê dike ku bi ti hawî ne kêmtire ji têrorê, jibilî ku bi vî şêweyî pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê çareser nabe.”

Hevdem Endamê Serkirdatiya YNKê Helo Pênciwênî ji malpera KDP.info re ragihand: “Dahata xelkê Kurdistanê li ser wê petrol û gaze ye û bi wê teqandinê pirsgirêk ji xelkê Kurdistanê re derdikevin. Eger PKKê li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest ji wan karan bernede, dê hêzên siyasî bên ser xetê û wan gefan rawestînin.”

Ebdullah Wertî Berdevkê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Em bi hemû awayekî gefa li ser bortiya gaz û petrola Kurdistanê red dikin. Pêwîst e PKKê bibe xêrek bo Kurdistanê ne bibe şerek û divê xwe ji wê yekê dûr bigire. “

Subhî Mehdî Endamê Serkirdatiya Partiya Komonîst a Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Nabe bi tu hêcetekê gef li qutê xelkê bê xwarin, ji ber ku bi teqandina boriya petrola Kurdistanê ne tenê pirsa kurdî li Tirkiyê çareser nabe, lê belê pirsgirêk jî ji Başûrê Kurdistanê re derdikevin.”
 

Nûçeyên têkildar