Dê rojek were û milet bersiva karên xerab ê PYDê bide

Rojava-KDP.info- Endamekî Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê ragihand ku bi eşkere PYDê ser bi rêjîma Sûriyê ve ye û xizmeta wê dike. Herwiha rêjîm û çend welatên din bi hemû awayekî PYDê di berjewendiya xwe de bikar tînin û dê rojek were û milet bersiva karên wan ên xerab bide.
Kawa Azîzî Endamê Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ne tenê Şêwirmenda Serokê Sûriyê, lê belê Serokê Sûriyê bi xwe û Nûnerê Sûriyê bo Cenêv 3 jî tekez dikin ku YPGê beşeke ji Artêşa Sûriyê û dibêjin serkeftina YPGê serkeftina Artêşa Sûriyê ye û bi hevbeşî şer dikin û YPGê bi bê rêjîmê ti karî nake û her karekî dikin bi haydariya rêjîmê ye. Belge jî li ser vê gotinê heta niha yek leşkerê rêjîmê bi destê YPGê nehatiye kuştin.”
Azîzî wiha got: “PYDê dixwaze ziyanê bigihîne doza rewa ya gelê kurd, lê piştrast bin ENKS dê bi ser keve. Eger sibe agirbest pêk were rêjîm dê wan bavêje, ji ber ku niha rêjîm û çend welatê wan bo berjewendiya xwe bikar tînin û ew jî hemû hêza xwe li dijî ENKSê û pêşmergeyên Rojava bikar tînin. Lê dê rojek were û milet bersiva wan karê wan ê xerab bide.”
Beriya niha jî Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyna Şeiban jî gotibû, ku YPGê beşeke ji Artêşa Sûriyê û ligel wê şer dike bo rizgarkirina Sûriyê ji terorîstan û armanca wan a hevbeş parastina gel û axa Sûriyê ye.




