Muslim: Me dewleta kurdî nexwestiye û me navê jî

Hewlêr-KDP.info- Hevsrokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim got, wan dewleta kurdî nexwestiye û navên jî.
Hevsrokê Giştî yê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîneke li gel DPA ya almanî de ragihand armanca wan ya serekî şerê rêxistina terorê ye li Sûriyê û bi tu awayî ew kar nakin ji bo avakirina dewleteke kurdî li bakûrê Sûryê, lê bi tenê ew mafên xwe yên destûrî di sûriya pêşerojê de dixwazin.
Hevsrokê Giştî yê PYDê berdewamiya axatina xwe de wiha got: “Kurdisteneke serbixwe me nexwestiye û di rojeva me de tine ye. Em naxwazin ku ji Sûriyê biqetin. Em dixwazin ku di çarçoveyeke yasayî de heq û mafên xwe bi dest bixin. Armanca me avakirina welatekî demokratîk e.”
Beriya niha jî Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyna Şeiban jî gotibû, ku YPGê beşeke ji Artêşa Sûriyê û ligel wê şer dike bo rizgarkirina Sûriyê ji terorîstan û armanca wan a hevbeş parastina gel û axa Sûriyê ye.




