26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mihemed Pakpûr: PKK parêzerê sînorên Îranê ye

Çavkanî: KDP.info

Tehran-KDP.info- Supayê Pasdaran eşkere dike ku PKK ji wan re navçeyên sînorî yên Îran û Herêma Kurdistanê diparêze.

Mihemed Pakpûr Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de behsa wê yekê kir kir ku % 60 ji navçeyên sînorî yên derveyî Îranê di bin kontrola dewleta dewletên cîran de nemane.

Pakpûr ragihand: “Bi dirêjahiya navçeyên sînorî yên Îranê ligel Herêma Kurdistanê heta bajarê Serdeşt, terorîstên PKKê hene û diparêzin.”

Ew daxuyaniya Pakpûr di merasima bîranîna hejmarek pasdaran bû ku li Sûriyê hatine kuştin û wiha got: “Şêwirmendên siyasî yên Supaya Pasdarên Îranê li pişt sînorên Îranê û bi taybetê li Sûriyê dijminên Îranê tengav kirine û asayişa welat misoger kirine.”

Ev daxuyaniya wî fermandarê Îranê ji aliyê malpereke ser bi PKKê ve bi navê ROJ hatiye guhertin û nivîsandiye, ku ew navçeyên sînorê ji aliyê gerîlayên PKKê ve hatine kontrolkirin û tên parastin.”

Çavdêrekî agahdar ji rewşa PKKê jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Bi rastî ev îtîrafa wî feramandarê mezin ê Îranê, wê rastiyê piştrast dike ku çekdarên PKKê parêzerên sînorên Îranê ne û girêdayîbûna xwe bi Komara Îslamî ya Îranê eşkere dike.”

Nûçeyên têkildar