Helwesta partiyên kurdistanî li ser siyaseta dijminkarî ya PKKê

Hewlêr-KDP.info- Hizb û aliyên siyasî yên Kurdistanê rexnetên tund li siyasetên PKKê li hember Herêma Kurdistanê digirin û tekez li ser pêwîstiya parastina aramiya Herêma Kurdistanê dikin.
Çavkaniyekê ji Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ragihand ku kurdên Rojhilat û Rojava û Bakur li Başûrê Kurdistanê bi aramî dijîn, lewma Herêma Kurdistanê bi xeta sor a hemû partiyên kurdî dibîne.
Wê çavkaniyê ji PDKÎ ku nexwest navê wî were eşkerekirin, di wê baweriyê de ye ku mebesta PKKê ji êrişa ser gaza Herêma Kurdistanê ku bi piştgiriya Îranê dike, gerimkirina bazara gaza sirûştî ya Îranê ye li Tirkiyê, lewma dibêje eger PKKê gefên xwe cîbicîbike, bi bê dudilî dê ew û Îran di yek çeperê de bên dîtin.
Ji aliyê xwe ve, Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), PKK bi rêxistineke metirsîdar li ser herçar perçên Kurdistanê bi nav kir, ku niha li şûna Îranê erkên xwe li dijî kurdan birêve dibe.
Mistefa Cumia tekez li ser wê yekê dike ku berdewamiya siyaseta PKKê li hember Herêma Kurdistanê dibe sedema yekdengiya zêdetir a hêz û aliyên siyasî yên parçeyên din ên Kurdistanê bo rawestan li dijî siyaseta pawanxwazî ya PKKê.




