26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Welatiyên Kurdistanê: Ew gemiya ber bi serxwebûnê ve diçe, kes nikare bisekinîne

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Welatiyên Herêma Kurdistanê ji malpera KDP.info re 
 
axivîn û gotin ku, ew gemiya ber bi serxwebûnê ve diçe, bi wan destan 
 
nasekine ku boriya petrolê diteqînin û pirsgirêkên civakî dikin siyasî.
 
Derbarê têkelkirina mijarên hestiyar yên nava Herêma Kurdistanê çend alî 
 
bo têkdan p tevliheviya nava Kurdistanê pirsgirêkên siyasî tevlî pirsgirêkên 
 
siyasî dikin û çend welatiyan derbarê vê yekê ji malpera KDP.info re axivîn.
 
Hekar Şêrwanî ji bajarê Hewlêrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Diyar e 
 
desteke derve dixwaze rê li pêşiya wê gemiyê bigire ku Kurdistanê ber bi 
 
serxwebûnê ve dibe. Ew dest li Kurdistanê pêşendanên siyasî dikin bo gelek 
 
tiştan. Em dibînin boriya petrola Kurdistanê tê teqandin û ew bêdeng 
 
dimînin, lê li ser melayekî ku pirsgirêkên wî yên civakî hene daxuyaniyan 
 
derdixin. Ew li ser pirsên niştimanî bêdeng in. Diyar e ku ew kî ne û xizmeta 
 
kê dikin. Lê Herêma Kurdistanê bo gihîştin bi armancên xwe di astengiyên 
 
pir zehmetir re derbas bûye.”
 
Herwiha Şêx Nejmedîn ji Hewlêrê ji malpera KDP.info re ragihand: “Rewşa 
 
Kurdistanê hestiyar e û pêwîstî bi yekrêziyê heye di biryar û gotar û nêrînan 
 
de. Divê bi awayekê be ku di xizmeta niştiman û neteweya me de be. 
 
Bêguman hizra teng a hizbayetiyê xizmeta vê rewşê nake, ku pêwîst e 
 
zêdetir li ser teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê rawestabana, ji 
 
ber ku asayişa aboriya me girêdayî asayişa me ya neteweyê û niştimanî.”
 
Hêmin Umer ji Almanya ji malpera KDP.info re ragihand: “Ez wek welatiyekî 
 
qet ne ligel teqandina boriya Herêma Kurdistanê me, ji ber ku zerer û 
 
ziyaneke mezin digihîne aboriya Kurdistanê û ziyanê dighîne jiyana xelkê 
 
Kurdistanê. Pêwîst e em hemû hewl bidin ku rewş baş bibe.”
 
Karzan Îbrahîm ji bajarê Raniye ji KDP.info re ragihand: “Hin alî li hember 
 
pirsgirêkeke civakî diaxivin û wê pirsgirêkê dikin siyasî û li pêşiya çavê wan 
 
boriya petrola Kurdistanê ya ku jiyana xelkê Kurdistanê peyda dike û 
 
xizmeta PKKê jî dike, tê teqandin û xwe bêdeng dikin, lê belê bi dilê wan jî 
 
bû. Ew bi eşker dijayetiya serxwebûna Kurdistanê dikin û bi eşkere wê yekê 
 
dibêjin.”

Nûçeyên têkildar