26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Frakisyona PDKê: Dem guncaw e ku em vegerin bo raya gel

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Frakisyona PDKê ya Parlemantoya Kurdistanê ragihand ku 
 
dem hatiye bo naskirina raya gel û rapirsiyê li ser mafê çarenivîsiyê, ku ev 
 
yek jî pêvajoyeke niştimanî ye û pêwîst e dûr be ji berjewendiya hizbî.
 
 
Îro Yekşemê Frakisyona PDKê ya Parlemantoya Kurdistanê derbarê rewşa 
 
Herêma Kurdistanê civiya û piştî civînê daxuyaniyek belav kir.
 
 
Frakisyona PDKê di daxuyaniya xwe de ragihand: “Herêma Kurdistanê di 
 
qonaxeke pir hestiyr de derbas dibe û kirîzeke darayî mezin Herêma 
 
Kurdistanê girtiye, lewma niha çaksazî ji her demê zêdetir pêwîstî pê heye û 
 
pêwîst e em hemû hewlên xwe bidin bi gelê Kurdistanê ji vê qeyranê 
 
derkeve. Em piştevaniya xwe bo tevahiya bernameya Serok Barzanî ya bo 
 
çaksaziyê diyar dikin û em piştevaniya xwe bo pêngavên hikûmetê ne jî bo 
 
çaksaziyê ûem hêvîdar in hemû aliyek dûr ji nakokiyên siyasî û hizbî 
 
piştgiriya wan pêngavan bikin.”
 
 
Frakisyona PDKê ragihand: “Pêvajoya çaksaziyê pêwîstiya wê bi zemîneyeke 
 
siyasî guncaw heye, lewma em daxwaz ji hêz û aliyên siyasî dikin ku lezê 
 
bikin di normalkirina rewşa Herêma Kurdistanê de. Herwiha pêvajoya 
 
çaksaziyê giştî be û ti dosyeyek piştguh neyê kirin.”
 
 
Frakisyona PDKê wiha got: “Guhertinên navçeyê û eger û pêşhate ji me re 
 
dibêjin ku derfeteke zêrîn hatiye û ji hemû hêz û aliyên siyasî tê xwestin ku 
 
pêngavên cidî bavêjin.”
 
Li gorî daxuyaniya Frakisyona PDKê, derxistina giriftan ji Kurdistanê re ji 
 
aliyê Bexdayê ve berdewam e û pêwîst dike ku niha em hemû bo parastina 
 
destkeftên xwe agahdar bin. Dem hatiye bo naskirina raya gel û rapirsiyê li 
 
ser mafê çarenivîsiyê, ku ev yek jî pêvajoyeke niştimanî ye û pêwîst e dûr be 
 
ji berjewendiya hizbî.

Nûçeyên têkildar