Fransa balyozxaneya opozisyona Sûriyeyê pejirand

Hevpeymaniya Niştimanî ya hêzên şoreşê û opozisyona Sûriyê ku nû ji aliyê beşên opozisyona Sûriyeyê ve hat damezrandin, balyozê xwe yê Fransa diyar kir.
Ev yek ji aliyê Serokkomarê Fransayê François Hollande yê ku bi serokê komê Ehmed Mûaz el Xetîb re li Parîsê hevdîtin pêk anî ve hat eşkerekirin.
Herweha hat eşkere kirin ku ji bo balyozxaneya wan a li Parîsê Mûnzûr Makhus hatiye diyar kirin ku ew jî Elewî ye




