Pêşmergeyên ciwan parêzerên azadî û kerameta ciwanên cîhana azad in

Hewlêr-KDP.info- Hêmin Hewramî Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê di
pêşwaziya Serokê Yekîtiya Ciwanên Ewropa de ragihand ku Pêşmergeyên
ciwan parêzerên azadî û kerameta ciwanên cîhana azad in.
Îro li Pîrmam Berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî
pêşwazî li Serokê Yekîtiya Ciwanên Ewropa Xafyêr Hortadu Mîra û Cîgirê wî
Felah Hesen kir.
Di wê hevdîtinê de Hewramî tekez li ser pêşxistina pêwendiyên di navbera
Yekîtiya Ciwanên Ewropa û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê kir, da ku
pêk ve kar bikin û hevahengî di navbera wan de zêdetir bibe, ew jî bo
nasandina doza rewa ya kurdî û hewl were dayîn ku bi rêya wê pêwendiyê
alîkariya Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge bê kirin.
Hewramî got jî: “Pêşmergeyên ciwan ên Kurdistanê bi mêrxasî û
berxwedana xwe bûne parêzerê azadî û kerameta ciwanên cîhana azad, ku
xwe kirine mertal bo hemû ciwanên cîhanê û axa û kerameta Kurdistanê
diparêzin bo paşerojeke geş ji Kurdistanê re.”
Ji aliyê xwe ve şanda mêvan spasiya ked û helwesta gelê Kurdistanê û Serok
Barzanî û Hêzên Pêşmerge kir û Pêşmergeyên Kurdistanê wek mînakek bo
mêrxasiyê û parêzgariyê li azadiyê û parastina gelên navçeyê bi hemû
pêkhateyan da zanîn.




