Elî Ewnî: Biryarên çaksaziyê yên Serok Barzanî hêvî xistine dilê xelkê

Hewlêr-KDP.info- Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a
Kurdistanê (PDK) ragihand ku biryara Serok Barzanî bo çaksaziyê di
nava hikûmet û PDKê de hêviyek xistiye dilê xelkê û hemû
partiyên siyasî de.
Elî Ewnî Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)
ji malpera KDP.info re ragihand: “Biryara Serok Barzanî bo
çaksaziyê di nava hikûmet û PDKê de hêviyek xistiye dilê xelkê de
û hemû partiyên siyasî pişta wê digirin. Di heman demê de li ser
asta hizbî de jî kesên resen û dilsoz yên PDKê pê dilxweş bûne.
Herwiha kesên biyanî û dilsoz ên gelê Kurdistanê jî dilgerim
kiriye.”
Elî Ewnî ragihand: “Ez wek endamekî serkirdatiya PDKê çi mal û
milkê min heye ezê nîşan bidin û bila biryar li ser bê dan.”
Wî endamê serkirdatiya PDKê wiha domand: “Sergirtina vê
bernameyê paşeroja PDKê wek xwedî doza Kurdistanê bi ronahî û
bihêz misoger dike, da ku serxwebûna Kurdistanê rabighîne û
civakê vedigerîne ser xeta rest, bo vê yekê jî pêwîstî bi
mîkanîzmeke rast û îradeya kadroyên PDKê û hikûmetê heye ku
ligel bin û dê bibe sedema nemanagendeliyê.”




