Hêzên Zêrevanî: Em amadene û bila xelkê Kurdistanê pişt rast bin

Li dor amadeya hêza leşkerê Zêrevanî Ezîz weysî fermandê Fermandeya Leşkerê Zêrevanî ragihand ku hêza wan li her demekî di amadebaşiyê dene.
Fermandê fermandeya Leşkerê Zêrevanî Ezîz weysî ji KDP.info re ragihand ku " li her demekî hêza leşkerê me di amadebaşiyê daye bo her rûdaneka ne xwezyar û bo parastina giyan mal û milkê xelkê Kurdistanê. "
Weysî diyar kirk u hêza wan çu pêngavên azrandinên nahavêt bermber leşkerê Îraqê û her hêrişeka bihête ser Kurdistanê dê beravaniyê jê kin bê ferq û cudahî ya hemû netewe û ol û ayinên têda dijîn.
Herweha Ezîz Weysî amaje bi wê yekê kir ku bila xelkê Kurdistanê pişt rast bin ji hêza wan ku dikare berevaniyê li wan bike.




