Ziyana teqandina boriya petrola Kurdistanê li Bakur, 79 milyon dolar bû

Hewlêr-KDP.info- Biryardera komîteya Darayî ya Parlementoya Kurdistanê
ragihand ku bi teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê li Ruhaya
Bakurê Kurdistanê di nava 5 rojan de bi qasî 79 milyon dolarziyan gihîştiye
Hikûmeta Kurdistanê, ku dike mûçeyê mehekê yê Wezareta Perwerdeyê
yan jî 5 wezaretên din.
Hîva Hacî Mîrxan Biryardera komîteya Darayî ya Parlementoya Kurdistanê ji
malpera KDP.info re ragihand: “Eger buhayê bermîla petrolê bi 26 dolaran
be û Kurdistan rojane 610 hezar bermîl petrol hinarde bike, tê wateya ku ku
rojane bi qasî 15 milyon û 860 dolar petrolê difroşe û 5 rojan hinardekirin
rawest, tê wateya ku 79 milyon û 300 hezar dînar di wan rojan gihştiye
Herêma Kurdistanê, ku dike mûçeyê mehekê yê Wezareta Perwerdeyê yan
jî 5 wezaretên din.”
Roja 16/2/2016 ji ber êrişekê li ser boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê li
nava Bakurê Kurdistanê hinardekirina petrolê 5 rojan rawesta.
PKKê rasterast ew êriş li xwe negirt, lê Koma Civakên Kurdistan (KCK)
ragihand ku, ew li dijî hinardekirina petrol û gaza Kurdistanê ne bo Tirkiyê.




