Sefîn Dizeyî: PKK berdewam be, Hikumeta Kurdistanê dê bi kirdar bersiva wê bide
__2016_02_21_h16m11s7__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand ku,
rewşa Iraqê û Rojhilata Navîn bi giştî rewşeke tengij hembêz e û Herêma
Kurdistanê jî ku pişkek e ji Iraqa fedral bêbehir nebûye ji wan tengijeyan.
Sefîn Dizeyî Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdisatnê li axivtinên xwe di
pirograma Hevpeyvîn de bo Kurdistan24 got: “Serxwebûna darayî û
abûrîya Herêma Kurdistanê tenê bi serxwebûna Kurdistanê dibe, ji bo ku
sîyaseta darayî li gor destûra Îraqê pişkeke ji serwerîyê. Lew hikumeta
Herêmê di vê çarçoveyê de nikare hinek pêngav bihavêje.”
Li ser hevbendîyên Herêm û Bexdayê û axivtinê Heyder Ebadî serok wezîrên
Iraqê; Dizeyî got: “Me ezmûnek heye li gel Bexdayê , piştî çend serdanêm
me bo Bexdayê li 2/12/2014 me rêkkevtinek li gel Bexda encamda û ji alîyê
Civata Wezîran ew rekkevtin hat musadeqe kirn û dûv re jî li perlemanê
deng li ser hatdan. Li gor wê rêkkevtinê hikumeta herêmê berhema xweya
petrolê radestê Kompanyaya Somoyê dike, li hember wê yekê jî, Îraq
şehnên darayîyên herêmê dê bide û li gor wê, pêdivî bû Bexda mehane yek
milyar Dolar bide Herêmê; lê Bexdayê tenê 400 milyon dolar şand. Heya
me pêşnyaz kir ku hemû petrola Kurdistanê radestê wan bikin, lê Ebadî got:
Em di baştirîn rewş de dikarîn tenê 400 milyon doalaran bidin Herêmê. Li
ser evê yekê jî daxuyanbameya hikumeta Herêmê xuyaye û dibêje Ebadî û
Bexdayê: kerem bike ev erd û ev gez.”
Herweha got: “Hikumeta Bexdayê, ji meha Subata/2014 wezîrê darayîyê bi
me re got: Me budceya Herêmê birrîye bi birayara serok wezîrên Îraqê û
serkirdeyê Hêzên Çekdar . bê ku di civata wezîran de behis bihê kirn. Anku li
Bexdayê biryarên takrew heye. Kiltûr û rêbaza şovînîyê hêj zal û baladeste li
ser şêwaz û hizirkirin a desthilatdarên Bexdayê û di rêvebirinê de.”
Herweha got: “Cudahiya me wek hikumeta Herêmê û xelkê Kurdistanê li gel
bexda eve. Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê bihayê mirovanîyê û bi
hevere jîyanê dizane çîye, lê Bexda nizane. Lewma jî xelkên Iraqê penayê
dihînin ber Kurdistanê û li vir dijîn.”
Her li ser Bexdayê û pirsa pereyên dexlûdanên cotkarên Kurdistanê, got:
“Cihê daxê ye li Iraqê her tişt hatîye bi sîyasetkirin , herçende evêmijarê ti
hevbendî bi hikumeta Herêma Kurdistanê ve nine, lê hikumeta Bexdayê ev
dû salin pereyên cotkarên Kurdistanê nade. Ev jî weha dike cotkar êdî
çandinê neke û dest ji cotkarîyê berde.”
Li ser hêrişa PKK li 17yê vê mehê û teqndina borîyên hinartina gaz ûpetrola
Kurdistanê, Sefîn Dizeyî got: “Cihê daxê ye , ev ne cara yekêye PKK van
karên destdirêjîyê dike ser qûta Xelkê. Divê bi rûhnî û zelalî em bêjîn:
Sîyaseta PKK divê bwarê de sîyaseteka şaşe. Daxuyannameya wan li ser wê
yekê ku ew dê Borîyên a gaz a Herêmê biteqînin, sîayeteka şaşe û divê PKK
careka din ji xwe binere. Ev çend roje petrol nahê şandin û renge demek
dirêjtir jî bivê ku zîyanek mezin digehîne xelkê Kurdistanê.”
Di bersiva pirsyarekê de; Erê pirojeya Herêma kurdistanê bo şandina gazê
dê berdewam be yan piştî gefên PKKyê dê biweste? Gotebêjê Hikumetê
got: “Piroje dê berdewam be û gefên PKK me nasekinîne. Me ji bo
dabînkirina darayî û mûçeyên xelkê pêdivî bi şandina gaz û petrolê heye.
Eger PKK sînûrê bidane ev maykirineka zelale di karûbarê hindûrîyên
Hikumeta Herêm a Kurdistanê û ziyan digehîne xelkê Kurdistanê. Eger ew
weha hizir bikin ev li berjewendiya xelkê Kurdistanê, ew şaş in û ev ne di
berjewendiya xelkê Kurdistanê ye û ne di berjewendîya wan jî de ye û
siyaseteke nedurist e. Em hêvîdr in PKK destberdarê evcorê siyasetê bin.
Herweha got: Eger PKK berdewambe li ser vê yekê, Hikumeta Herêma
Kurdistanê dê bersiva PKKê bi kirdar bide.”




