26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Sûra Amedê rojanmevan û xelkê sivîl asê mane

Çavkanî: KDP.info

Amed-KDP.info- Qedexe û operasyonên li Sura Amedê ket roja 80. Peyamhinêrê Ajansa DIHAyê Mazlum Dolan, 80 roj in li Surê ye û berîya çend rojan bi peyamekê ragihand li Surê di jêrzemînên malan de tevî wî 200 kes asê mane.

Mazlum Dolan bi mesaja telefonê ragihand, zarok, kal, birîndar 30 kes di jêrzemînekê de asê mane. Li dora wan teqîninên mezin rû didin.

Bavê Mazlum, Remzi Dolan, ji Dengê Amerîka re ragehand ku, herî dawî 18ê Sibatê bişev ew bi kurê xwe re axivîye. Mazlum jêre gotîye ne av maye, ne xwarin û rewş xerab e li taxên şer 200 kes di jêrzemînan de asê mane nikarin derkevin.

Ji alîyekî dine ve, Komeleya Rojnamevanên Azad jibo rizgarkirin Mazlum û sivîlên li Surê çalakîyek lidarxistin û daxuyanîyek dan. Rojnamevan xwestin bimeşin Surê lê polîsan jiber qedexê pêşî li wan girt.

Di daxuyanîyê de hat gotin Niha jî Nûçegîhanê DÎHAyê Mazlum Dolan di bin dorpêça dewletê de ye û jîyana wî di metrsiyê de ye.

Rojnamevanên Azad  ragehandine ku, Hikûmeta AKPê li dijî gelê Kurd şerê komkujîyê daye destpê kirin. Rojnamegerên vê rastîyê tînin ziman û li cîhanê belav dikin tên binçav kirin û girtin. Piştî daxuyanîyê rojnamevan çalakîya rûniştinê lidarxistin.

Nûçeyên têkildar