Kanada: Emê Hêzên Pêşmerge fêrî şerê nav kolanan bikin

Hewlêr-KDP.info- Artêşa Kanada ragihand ku ew dê komek pisporên xwe leşkerî yên din bişînin Başûrê Kurdistanê û Pêşmerge ji bo şerê Mûsilê amade bikin.
Fermandehiya Artêşa Kanadayê ragihand, ew dê li ser perwerdekirina Pêşmerge û hêzên iraqî ji bo şerê DAIŞê berdewam bin û hejmara pisporên xwe yên leşkerî jî li Iraq û Başûrê Kurdistanê zêde bikin.
Di daxuyaniya fermandehiya Artêşa Kanadayê de hatiye gotin ku ew dê ji meha Adara îsal de dest bi perwerdekirina Pêşmerge ji bo operasyona Mûsilê bikin û Pêşmerge fêrî şerî nav bajaran bikin.
Artêşa Kanada her wiha daye zanîn, dê 180 pisporên xwe yên leşkerî bişînin Iraqê û 140 pisporan jî bişînin Başûrê Kurdistanê û ragihandiye, Kanada dixwaze bi alîkariya kurdên Iraqê, DAIŞê ji nav bibin û ji vê yekê jî piştrast bibin.




