Çalakvaneke siyasî: Niha baştirîn qonax e bo referandumê..Nabe bibe muzayedeya siyasî

Hewlêr-KDP-info- Çalakvaneke siyasî ragihand ku ev hemû kirîz û nakokiyên ku îro li Herêma Kurdistanê hene, demkî ne û dê di demeke nêzîk de derbas bibin, lewma pêwîst e em vê rewşa niha bikar bînin bo lidarxistina referandumê, ji ber ku kes dewleta Kurdistanê bi diyarî nade me.
Leyla Ebdullah Cebar Çalakvana Siyasî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev hemû kirîz û nakokiyên ku îro li Herêma Kurdistanê hene, demkî ne û dê di demeke nêzîk de derbas bibin, lewma pêwîst e em vê rewşa niha bikar bînin bo lidarxistina referandumê, ji ber ku kes dewleta Kurdistanê bi diyarî nade me. Lewma pêdviya me bi îradeyeke yekgirtî di nav xwe de heye.”
Wê çalakvanê wiha got: “Gelê Kurdistanê gav avêtine qonaxên baş û Serok Barzanî jî di Kongreya Mûnix de ji hemû welatan re got ku mafê gelê Kurdisatnê ye biryarê li ser çarenivîsa xwe bide bi rêya referandumê û kes nikare wî mafî ji wan bistîne. Ev jî peyamek e bo wan aliyên ku li Herêma Kurdistanê bûne rêgir li pêşiya xewna gelê Kurdistanê.”
Leyla Ebdullah Cebar wiha got: “Niha baştirîn dem e ku kurd referandumê bo serxwebûnê lidar bixin, lewma nabe ti aliyek wê yekê wek guvaş bikar bîne û bike muzadeya siyasî, ji ber ku ew kar berewvajî daxwaza gelê Kurdistanê ye. Pêwîst e referendum têkelî nakokiyên nava Kurdistanê neyê kirin û ti alî wek kart bikar neyine.”




