Serokayetiya Kurdistanê teqîna Enqerê şermezar kir

Hewlêr-KDP.info- Serokayetiya Herêma Kurdistanê di peyamekê de teqînên
terorîstî yên Tirkiye şermezar kir. Ev jî tekesta wê ye:
Li 17 û 18ê şubata 2016 da li Enqereya paytext û bajarê Ameda Tirkiye bi
sedema dû kirdarên terorîstî de hejmarek serbaz û hemwelatiyên
medeniyên wî welatî bûne qurbanî.
Serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên wan rûdawan dikin û hêviya başbûnê ji
bo birîndaran dixwazîn.
Gelek bi tundî wan kirdarên terorîstî şermezar dikin û em bawerin teror
metirsiyekî ciddiye ji bo li ser aramiya siyasî û pêkvejiyan û bexteweriya
civaka navxweya Tirkiye û sedemeke ji bo kûrtirbûna giriftan û pêşketina
kêşeyan.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
18.02.2016




