26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Encumena Serokatiya PDKê piştivaniyeke bêsînor da biryarên Serok Barzanî bo çaksaziyê

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Encumena Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê 
 
(PDK) bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî hate lidarxistin. 
 
Piştî civînê daxuyaniyek hate weşandin û tê de wê encumenê piştivaniyeke 
 
bêsînor da biryarên Serok Barzanî bo çaksaziyê.
 
Di civîna han de giftûgo li ser çend mijarên girîng hate kirin û piştî bi dawî 
 
hatina civîna han jî daxuyaniyek derbarê naveroka civînê de bo raya giştî 
 
hate weşandin.
 
Li gor daxuyaniya han di civînê de behsa rewşa prosesa siyasiya Iraqê hatiye 
 
kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku prosesa siyasiya Iraqê roj biroj 
 
aloztir dibe, her di vê çarçoveyê de behsa têkiliyên Iraqê bi welatên deverê, 
 
welatên Erebî û welatên din yên cîhanê û herwiha behsa beşdarî kirina 
 
pêkhateyên cuda cuda yên Îraqê di prosesa siyasiya Iraqê de û siyaseta 
 
dûrxistina Kurd ji mekanîzmên biryar derkirin û siyaseta giştî ya navxweyî de 
 
hatine nîqaşkirin.
 
Derbarê daxuyaniyên vê dewî yên Serokwezîrê Îraqê de jî, di civînê de PDK 
 
piştgîriya xwe bo bersifa hikûmeta Kurdistanê ya li hember daxuyaniyên 
 
Ebadî diyar kir.
 
Her di civîna han de daxwaz ji hikûmeta Iraqê hatiye kirin daku deyinên 
 
Kurdistanê bi taybetî deyinên sala 2014an pêşkêşî hikûmeta Kurdistanê 
 
bike.
 
Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa navxweyî ya Kurdistanê, 
 
parastina bihevre jiyanê, çareser kirina arîşeyên heyî û pêşxistina jiyana 
 
civakî di her warî de hatiye kirin û tekez li ser domandina diyalog û 
 
danûstandinan bo çareser kirina kêşeyên heyî hatiye kirin.
 
Di beşeke din ya civîna han de behsa qirîza darayî û çawetiya çareser kirina 
 
qirîza han hatiye kirin û tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku ew qirîza han ne 
 
ya aliyekî bi tenêye û ne ya hikûmetê jî bi tenêye lewre lazime tevahiya

Nûçeyên têkildar