Mesrûr Barzanî: Referandom wê di dema gunacw de were lidarxistin

Hewlêr-KDP.info- Mesrûr Barzanî ragihand, civîna îro ya PDKê bo piştgîrî li
biryar û reformên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û nirxandina
rewşa niha ya Kurdistanê bû û got: “Em li benda vegera Serok Barzanî ne.”
Îro Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê civînek giring lidarxist.
Civîn li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd
Barzanî hat lidarxistin û PDK li ser asta Encumena Serkirdatiyê civîn pêk anî.
Pêştir hatibû ragihandin, ku Mesûd Barzanî bi xwe jî dê di civînê de amade
be û serokatiya civînê bike, lê ji ber ku ji serdana xwe ya bo Ewropayê
nevegeriyaye, Cîgirê wî Nêçîrvan Barzanî serokatiya civîna îro ya Encumena
Serkirdatiya PDKê kir.
Di civînê de gotûbêj li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê hat kirin û
biryarên Barzanî yên bo encamdana reforman hatin nirxandin.
PDKê di vê civînê de piştgîriya xwe bo reformên Serokatiya Herêma
Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da.
Piştî bi dawî hatina civînê, Endamê Polîtboruya PDKê Mesrûr Barzanî di
daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Civîna îro bo behskirin û nirxandina
rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û piştevanîkirin li reformên Serok Barzanî
bû.”
Derbarê avakirina komîteyekê bo pêkanîna wan reforman li gor biryara
Barzanî de jî, Mesrûr Barzanî ragihand: “Me ew yek jî gotûbêj kir û em li
benda veger û hatina Serok Barzanî ne ku niha bi serdanekê li derveyê
welat e.”




