Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bersiva PKKê da

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derheqê tehîdên PKKê ji bo
astengkirina hinartina gaza Kurdistanê bo Tirkiyê de got, em qebûl nakin
PKK destê xwe bixe nav karên Herêma Kurdistanê, ev yek bi sûda PKKê nîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û alîkarê Serokê PDKê, Nêçîrvan Barzanî îro
piştî civîna Encumena Serokatiya PDKê, li ser daxuyaniya PKKê derheqê
astengkirina hinartina gaza Kurdistanê bo Tirkiyê de bersiva pirsên
Peyamnêrê Rûdawê da.
Nêçîrvan Barzanî got, ew daxuyanî, daxuyaniyek rast nîne. Em li hêviyê
nebûn ew di vê demê de bêjin em li dijî wê meseleyê ne. Çimkî ev bûyer
girêdayî qûtê xelkê Herêma Kurdistanê ye. Jixwe hîn hinartina gaza sirûştî
dest pê nekiriye.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ti eleqeya wê mijarê bi PKKê nîne û got, ev
mesele, meseleyeke navxwe ya Kurdistana Iraqê ye û divê PKK destê xwe
nexe nav karên Herêma Kurdistanê. Ji ber ku ne rast e, ne lazim e ne jî em
vê yekê qebûl dikin.
Berdevkê PKKê Demhat Egîd gotibû, rêkeftina hinartina gaza sirûştî di
navbera Kurdistan û Tirkiyê de “dijminatîkirina gelê kurd e” ji ber wê jî ew li
dijî wê ne.
Li gorî wî rayedarê PKKê, rêkeftina han dibe sedema bihêzbûna dewleta Tirk
ku dijminê gelê kurd e.




