Hikûmeta Kurdistanê bi tundî daxuyaniya berpirsê PKKê şermezar dike

Hewlêr-KDP.info- Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî
daxuyaniya berpirsên PKKê şermezar dike. Ev jî tekesta wê daxuyaniyê ye.
Em bi tundî daxuyaniya berpirsên PKK şermezar dikin ku gefeya rê girtin ji
veguhastina gaza siruştî ya Herêma Kurdistanê bo derve bi rêya Tirkiye
dikin. Ev êrişe bi temamî lidijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye, ku ji ber
qeyrana darayî di rewşeka dijwar de ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewlên berdewam de ye ji bo çareser
kirina qeyrana darayî û rizgar kirina gelê Kurdistanê ji bargiranî ya ku ji ber
qeyrana darayî tûş bûye, lewma her karek ji bo pêşî girtina hewilên
Hikûmeta Herêmê, dijminatî kirina raste rast a gelê Herêma Kurdistanê ye.
Em dûbare helwêsta PKK şermezar dikin û hêvîdarin ji xwe nêrînekê bikin û
nebine sedemê ziyan gihandin bi Herêma Kurdistanê û karekê neke ku
berevajî berjewendî û daxwaza gel be.
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê
18-2-2016




