26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hewramî stratîjiya PDKê bo referandumê eşkere kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Di hevdîtinekê de ligel Konsulê Giştî yê Amerîka û Cîgirê wî, Berpirsê pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî stratîjiya PDKê bo referandumê û rewşa siyasî ya navxweya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê û Iraqê di çarçoveya karê xwe yê dîplomatkarî de gihand konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê.

Hêmin Hewramî Berpirsê pêwendiyên Derve yên PDKê û şandeke ofîsa pêwendiyên derve ya PDKê serdana Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê kirin û ji aliyê Konsulê Giştî yê Amerîka Matyes Mîtman û Cîgirê wî û berpirsê beşê siyasî ya Konsulxaneya Amerîka ve hatin pêşwazîkirin.

Hewramî di wê hevdîtinê de stratîjiya PDKê bo referandumê û rewşa siyasî ya navxweya Herêma Kurdistanê û pêşhatên dawî yên navçeyê û Iraqê di çarçoveya karê xwe yê dîplomatkarî de gihand konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Konsulê Amerîka hemû amadekarî bo alîkarî û pêşxistina rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand ku, alîkariya Hêzên Pêşmerge tê wateya parastina azadiyan di hemû cîhana azad de.

Nûçeyên têkildar