26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bakur.. Li Hezexê jî şer dest pê kir..Bajar bi tankan hatiye dorpêçkirin

Çavkanî: KDP.info
 Şirnex-KDP.info- Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, qedexeya derketina derve 
 
hat ragihandin û şer û pevçûn li wir dest pê kir. Artêşa Tirk bi tankan bajêr 
 
dide ber topan. 
 
Şeva borî dewleta Tirk li navçeya Hezexê ya Şirnexê qedexeya derktina 
 
derve ragihand û dest bi operasyona leşkerî li dijî şervanên kurd kir. 
 
Şerekî giran li Hezexê derketiye û artêşê gellek leşker, top û tank 
 
veguhestiye bajêr.
 
Top û tank li derdora bajêr hatine bicîhkirin. Tank nav bajêr bi hêceta ku 
 
xendeq hene, didin ber topan. 
 
Herwiha li Nisêbînê jî amadekariyên operasyonê tê kirin lê hîn li wir 
 
qedexeya derketina derve nehatiye ragihandin. 
 
Di heyama çend rojên borî de, Hezex hatibû valakirin û Nisêbîn jî ber bi 
 
valabûnê ye.

Nûçeyên têkildar