PDK di salvegera Yekîtiya Qutabiyan de: Divê hûn xweragir bin û destkeftan biparêzin

Hewlêr-KDP.info- Polîtburoya PDKê radugand ku qutabî û xwendekar di
qonaxa niha ya çarenivîsaz de roleke girîng dikeve ser milê wan û divê mil bi
milê Pêşmergeyên qehreman ew jî dilsoz û xoragir bin û rûbirûyê hizrên
xerab bibin û destkeftên Kurdistanê biparêzin.
Polîtburoya PDKê di daxuyaniyekê de 63yemîn salvegera damezrandina
Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê pîroz kir.
Polîtburoya PDKê di wê daxuyaniyê de ragihand: “Cihê şanaziyê ye ku
yekîtiya we ku beriya 63 salan hatiye damezrandin kariye bi wê temenê
dirêj ku çavkaniya wê dibistana kurdayetiyê û PDK û rêbaza pîroz a Barzanî
ye, di hemû qonaxên xebat û têkoşîna gelê me û tevgera rizgarîxwaza û
şoreşgêr û siyasî de roleke diyar û berçav dît di xebata pîşeyî û siyasî de.
Herwiha li ser asta navxwe û herêmayetî û cîhanî de roleke mezin dîtiye û di
wê karwanê de bi dehan serkirde û kadroyên jêhatî daye meydana xebat û
têkoşînê de.”
Herwiha Polîtburoya PDKê ragihand: “Qutabî û xwendekar di qonaxa niha
ya çarenivîsaz de roleke girîng dikeve ser milê wan û divê mil bi milê
Pêşmergeyên qehreman ew jî dilsoz û xoragir bin û rûbirûyê hizrên xerab
bibin û destkeftên Kurdistanê biparêzin.”




