“DAIŞ ji aliyê darayî ve jî têk çûye”

Hewlêr-KDP.info- Fermandeyekî Hêzên Pêşmerge amaje bi wê yekê dike ku
DAIŞ ber bi jinavçûnê ve diçe û nîşanên jinavçûna wê jî êrişên bêarmanc ên
ku dikin ser Hêzên Pêşmerge û têkçûna wê ji aliyê darayî ve ye.
Qadir Qadir Fermandarê Hêzên Pêşmerge û Berpirsê Eniya Guwêrê ji
malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ ji aliyê darayî ve jî pir lawaz bûye û ji
aliyê leşkerî ve jî bi temamî têk çûye û nîşanên jinavçûna wê jî êrişên
bêarmanc ên ku dikin ser Hêzên Pêşmerge.”
Qadir wiha got: “Piştî ku beşek ji mînakên çekên kîmyayî me dan aliyên
navdewletî, niha encamên lêkolînan hatiye ku % 100 çekên kîmyayî li
hember Hêzên Pêşmerge bikar hatiye û piştî encamên wan lîkolînan civaka
navdewletî biryar daye ku alîkariyê xweparêziyê bo Hêzên Pêşmerge zêdetir
bike.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Eger Artêşa Iraqê hizir bike ku ew
dikarin bi bê hevahengî ligel Hêzên Pêşmerge DAIŞê jinavbibin, ew pir şaş
in, ji ber ku ew saleke nikarin bi tenê Rumadî ji destê DAIŞê derxînin.”




