Frakisyona PDKê bo Qutabî û Lawan: Xwe ji pêşhatan re amade bikin

Bexda-KDP.info- Frakisyona PDKê ya Parlemantoya Iraqê di peyamekê de
63 saliya damezrandina herdu rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û
Yekîtiya Lawên Kurdistanê pîroz kir û hêviya serkeftin û serfirazî û
pêşkeftinê ji wan re xwest.
Frakisyona PDKê ya Parlemantoya Iraqê di peyama xwe de ragihand:
“Guman tê de tune ku rola lawa û qutabiyan di şoreşan û di tevgera
rizgarîxwaza gelê kurd de diyar û berçav e û şehîdên van herdu rêxistinan
belge ne ku çawa milê xwe dabûn erkê giran ê kurdatiyê, lewma niha
pêwîst e xwe ji pêşhatan re amade bikin bi taybetî ku navçe di nava
guhertinên bilez de derbas dibe. Lewma niha erkê ser mile van herdu
rêxistinan pir girantir dibe bi taybetî ku niha kurd li şûna hemû cîhanê şerê
terîkperistên DAIŞê dike. Herwiha gelek pêşbînê hene û pêwîst e
sûdwergirin ji wan pêşhatan bo berjewendiya neteweyî û niştimanî.
Herwiha pêwîst e hûn xebata xwe bi hişariya ciwan û xwendekaran zêde
bikin û rêzên xwe yek bixin bo damezrandineke kurdistaneke nû.”




