26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesrûr Barzanî: Paşeroj bi karîna qutabiyan birêve diçe..Niha dema bidestanîna armancan e

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê 
 
Mesrûr Barzanî ragihand ku, paşeroj bi karîna qutabiyan birêve diçe û got jî 
 
niha dema bidestanîna armancan e.
 
Mesrûr Barzanî Şêwirmendê Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê bi 
 
helkefta 63yemîn salvegera damezrandina herdu yekîtiyên Qutabê û Lawên 
 
Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de pîrozbahî li wan kir.
 
Mesrûr Barzanî di wê daxuyaniyê de daxwaz ji Yekîtiya Qutabiyan kir ku 
 
zêdetir nêzîk bin ji daxwazên xwendekaran û pêşengbin di perwerdekirina 
 
lawan de li ser bingeha xebateke serdemyane û got: “Paşeroj bi karîna 
 
qutabiyan birêve diçe.”
 
Herwiha Mesrûr Barzanî daxwaz ji Yekîtiya Lawan jî kir ku pêşengbin di 
 
perwerdekirina ciwan û xortan de bi xebateke serdemyane û got: “Niha 
 
dema bidestanîna armancan e.”
 
Şêwirmendê Encumena Ewlehiya Herêma Kurdistanê her di daxuyaniya xwe 
 
de amaje bi rola bi bandor a Yekîtiya Qutabiyan û Yekîtiya Lawan kir di 
 
dîroka tevgera rizgarîxwaza gelê kurd de.

Nûçeyên têkildar