Li gorî yasayê mûçeyên Kurdistanê di histê Bexda de ne..Daxuyaniya Ebadî tenê bo ragihandinê ye

Bexda-KDP.info- Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di hevpeyvîneke
televizyonî de behsa wê yekê kir ku eger Herêma Kurdistanê hemû petrola
xwe bide wan ewê jî mûçetên fermanberên Kurdistanê bişîne. Li hember de
jî endamekî Komîteya Darayî dibêje ev daxuyanî tenê bo ragihandinê ye,
yana par hikûmeta Kurdistanê hemû petrola xwe dida Bexdayê û dîsa jî
Bexda mûçeyên fermanberan jê re nedişand.
Hakim Serhan Silêvaneyî Parlemanterê kurd li Bexdayê ji malpera KDP.info
re ragihand: “Daxuyaniya Ebadî tenê bo ragihandinê ye ji ber ku par
Hikûmeta Kurdistanê rojane 550 hezar bermîl petrol dida Bexdayê, lê Bexda
tenê nîvê mûçeyê fermanberên Kurdistanê dida, lewma eger niha jî
Kurdistan petrola xwe bide wan mûçeyê fermanberan jê re naşîne.”
Silêvaneyî wiha got: “Li gorî yasayê dabînkirina mûçeyê fermanberan di
histê Iraqê de ye, lê neamade ne pêbendî yasayê bibin, lewma jî wan
daxuyaniyan didin da ku şaşîtiya xwe veşêrin. Herwiha hinek poşmanî di
gotinên wan de heye ku mûçeyê fermanberên Kurdistanê neşandine.”




