Piştrast bû ku xaza Xerdel li dijî Pêşmerge bikar hatiye

Hewlêr-KDP.info- Li gorî gelek rêxistinên qedexekirina çekên kîmyayî, di
lêkolînên wan de li ser wan 35 pêşmergeyên ku meha 8ê de rastî êrişeke
terorîstên DAIŞê hatibûn û birîndar bibûn, piştrast bûye ku ew birînên wan
ji ber xaza Zerdel bûye.
Çavkanî tekez dikin ku lêkolîn piştrast dikin ku xaza xerdel li dijî Pêşmerge
bihar hatiye.
Li gorî wan encamên lêkolînan be jî, piştî rûxandina rêjîma berê ya Iraqê ev
jara yekê ye ku xaza Xerdel li dijî Kurdistanê bikar hatiye.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya niha terorîstên
DAIŞê bi bikaranîna xaza Xerdelê li dijî Pêşmerge tometbar kiribû û gotibû
ew xaz li hêla şer li nêzîkî Mexmûr û Guwêrê bikar hatiye.




