26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Seroka Kurwatiya bo Serok Barzanî: Te karekî mezin û bi çavnetirs

Çavkanî: KDP.info
Mûnix-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di kevana 
 
civîna Mûnîxê de bi Serokomara Kurwatiya Kolînda Kîtarovîç re hevdîtin kir 
 
û di wê civînê de Seroka Kurwatiya ji Serok Barzanî re got, te karekî mezin û 
 
bi çavnetirs kiriye.
 
52emîn civîna ewlehiyê ya Mûnîxê, îro xilsa dibe. Serokê Herêma 
 
Kurdistanê Mesûd Barzanî îro jî bi hinek lîder û rayedarên cîhanê re hevdîtin 
 
kir.
 
Serok Barzanî îro bi Serokomara Kurwatiya Kolînda Kîtarovîç re jî hevdîtin 
 
kir. Kolînda Kîtarovîç ragihand, dê alîkariyên Kurwatiya bo Pêşmerge 
 
bidome. 
 
Piştî bi dawîhatina civînê û di dema xatirxwestinê, Kîtarovîç ji Serok Barzanî 
 
re got: “Cenabê Serok ez pir kêfxweş bûn, hêviya serkeftinên zêdetir ji te re 
 
dixwazim. Te karekî mezin û bi çavnetirs kiriye.”
 
Herwiha derbarê civîna xwe ligel Serok Barzanî Serokmara Kurwatiya ji 
 
rojnamevanan re ragihand: “Me gotûbêjên pir baş kirin. Ez dixwazin 
 
pîrozbahiyê li xelkê Kurdistanê bikim ji ber serkeftinên Hêzên Pêşmerge li 
 
dijî DAIŞê û herwiha ji ber pêşdeçûnên wan.”

Nûçeyên têkildar