Mafê Kurdistanê ye ku biryarê li ser referandumê bide

Mûnix-KDP.info- Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku, di konfransa Mûnixê de welatên
cîhanê spasiya Herêma Kurdistanê dikin li ser serkeftinên Hêzên Pêşmerge
di şerê li dijî DAIŞê de.
Felah Mistefa ragihand Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma
Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand: “Welatên cîhanê spasiya Herêma
Kurdistanê dikin li ser xoragirtina Kurdistanê li hember şerê DAIŞê û hatina
hejmarek zêde ji koçberan û li hember kirîza darayî û tekez dikin ku ew kar li
ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û mirovî û aborî bo Herêma Kurdistanê.”
Mistefa wiha got: “Ew welat naxwazin ji ber kirîza darayî serkeftinên
Pêşmerge li hember DAIŞê ji dest biçin, lewma soza alîkariyên zêdetir bo
Kurdistanê dane.”
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha domand:
“Serok Barzanî ji welatên cîhanê re ragihand ku mafê Kurdistanê ye ku
biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û kes nikare wî mafî ji Herêma Kurdistanê
bistîne.”




