26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî wek serokê dewletekê di konfransa Mûxîn de beşdar bûye

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Parlemanterekî Kurdistanê dibêje, Serokê Herêma 
 
Kurdistanê Mesûd Barzanî wek serokê dewletekê di konfransa Mûxin de 
 
beşdar bûye û çaverê ne ku daxwazên gelê Kurdistanê bi emanet bide 
 
welatên cîhanê.
 
Şêx Şamo Parlemanterê Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Wek 
 
êzdî em çaverê ne ku Serok Barzanî daxwazên Kurdistanê bigihîne welatên 
 
cîhanê bi taybetî ku beşdariya wî wek ya serokê dewletekê ye û ew yek cihê 
 
dilxweşiya hemû kurdan e.”
 
Şêx Şamo wiha got: “Serok Barzanî nûneratiya xelkê Kurdistanê dike û wek 
 
êzdî jî em baş dizanin ku Serokê Herêmê çend xemxur û dilsozê pêkhate û 
 
olyên cuda yên Kurdistanê ye, lewma em emaneta Serok Barzanî ne û em 
 
çaverê ne bi xêr û xweşî Serok Barzanî ji konfransa Mûxînê vegere.”
 
Nûnerê kurdên êzdî di Parlemantoya Kurdistanê de, wiha got: “Serok 
 
Barzanî mijara avakirina Şingalê û vegera xelkê bo ser mal û halê xwe û bi 
 
jînosednaskirina êrişa ser Şingalê, karê wî yê yekê dibe û em piştrast in ku 
 
peyama wî dê bigihê cihê xwe.”

Nûçeyên têkildar