Serok Barzanî daxwaza alîkariyên darayî û leşkerî bo Kurdistanê dike

Mûnîx-KDP.info- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên
diyar kir ku di tevahiya civînên Serok Barzanî û rayedarên cîhanê de, soza
alîkarîkirina Kurdistanê hatiye dayîn.
Derheqê naveroka hevdîtin û civînên şanda Kurdistanê bi serokatiya Serokê
Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi lîder û rayedarên welatên biyanî yên
tevlî civîna Mûnîxê bûne, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên
agahî da rojnamevanan ku di wan hevdîtin û civînan de, behsa şerê DAIŞê,
kirîza aborî, rewşa penaber û koçberên ku li Başûrê Kurdistanê ne û mijarên
pêwendîdar hatine kirin û got, rayedarên Ewropî soza wê yekê dan ku kirîza
aborî ya Kurdistanê û alîkarîkirina Pêşmerge bixin rojeva Yekitiya Ewropayê.
Wî endamê şanda Kurdistanê di civîna Mûnîxê de her wiha got, lîder û
rayedarên Ewropî soz dan ku alîkarîkirina Pêşmerge pir ciddî bigirin û him di
nav xwe de him jî di çarçoveya Yekitiya Ewropayê de girîngiyê bidinê.
Derheqê naveroka hevdîtina Barzanî bi rayedarên Almanya re jî Fuad Husên
got, emê îro bi Partiya Sosyal Demokrat û Wezîrê Derve yê Almanya re jî
rûnên. Emê bi wan re jî li ser rewşa Kurdistanê bi taybet kirîza aborî gotûbêj
bikin.
Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê li ser naveroka gotara Barzanî di
civîna Mûnîxê de, jî got, Serok Barzanî di gotara xwe de dê behsa rewşa
Kurdistanê, şerê DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge di wî şerî de bike.




