Serok Barzanî ji Wezîrê Bergiriyê yê Fransa re behsa referandumê kir

Almanya-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîrê Bergiriyê yê FransaJan Îo Lodriyanciviyan û di wê civînê de Serok Barzanî behsa referanduma Kurdistanê kir.
Roja pênçşem 11.02.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirina li konferansa Navdewletiya Asayîşa Mûnîx (Munich) 2016 serdana welatê Almanya kir.
Di çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 û li yekemîn roja vê konferansê da Serok Barzanî çendîn civîn û hevdîtin û çalakiyên têrûtijeyên dîplomasiyê li gel berpirsên bilindên welatên cîhanê encamda û tê de Serok Barzanî siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê şerê dijî Da'îş û pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên navçeyê ûIraq û Sûriye û her wiha qeyrana darayî û referandumê xisterû.
Her heman roj Serok Barzanî li çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Îo Lodriyan Wezîrê Bergiriyê Fransa û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de rewşa Iraq û Kurdistanê û hevkariyên serbaziyên Fransa ji bo Herêma Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan û Wezîrê Bergiriyê Fransa wê yekê dûpatkir ku welatê wan bi hemû şiyanek li şerê terorîstên Da'îş da piştgîriya Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge dike.
Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo qurbanîdana hêzên Pêşmerge hebû û azadkirina Şingalê jî bi serkeftinekî mezin û sembolîkî ya Pêşmerge li dijî terorîstan wesif kir.
Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û referandum û her wiha qeyrana darayî ya Herêma Kurdistanê û metirsiyên wê qeyranê li ser warên cûr bi cûrên jiyana li Herêma Kurdistanê kir.
Amadekariyên ji bo azadkirina Musil û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Fransa mijareke dinê vê hevdîtinê bû.




