Serok Barzanî û Şahê Urdinê kirîza Sûriyê gotûbêj kirin

Almanya-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Şah Abdullah Şahê Şahnişîna Urdinê li Almanya civiyan û di wê zivînê de kirîza Sûriyê gotûbêj kirin.
Roja pênçşem 11.02.2016 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta beşdarîkirina li konferansa Navdewletiya Asayîşa Munix (Munich) 2016 serdana welatê Almanya kir.
Di çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 û li yekemîn roja vê konferansê da Serok Barzanî çendîn civîn û hevdîtin û çalakiyên têrûtijeyên dîplomasiyê li gel berpirsênbilindên welatên cîhanê encamda û tê de Serok Barzanî siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê şerê dijî Da'îş û pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên navçeyê ûIraq û Sûriye û her wiha qeyrana darayî û referandumê xisterû.
Di çarçêweya konferansa Asayîşa Munix 2016 de Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana Şah Abdullah Şahê Şahnişîna Urdinê kir.
Di hevdîtinê de ku li keşêkî germ û dostane da birêve çû, rewşa siyasî û ewlehî ya navçeyê û şerê dijî terorîstên DAIŞê û kirîza Sûriyê û peywendiyên dû qoliyên di navbera her dû aliyan guftûgo kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dê îro di civîna Mûnîxê de gotarekê pêşkêş bike.




