Ehmed Çelebî: Ger ne ji Kurdan bûya qet Sedam bi me nedihat rûxandin

Serokê Partiya Kongreya Niştimanî ya İraqê Ehmed Çelebî daxuyanîkir ku ger ne ji Kurdan bûya qet Sedam bi me nedihat rûxandin.
Serkirdeyê Hevpeymaniya Niştimanî Ehmed Çelebî ji rojnameya El-Meda re got: ‘’Herêma Kurdistanê di navbirina rejîma Sedam û proseya siyasî de şirîkê bingehîn e, loma danûstandina bi vî awayî ligel û xistina tevgerê ya yekeyên leşkerî li dijî karekî metirsîdar e û ti hinceteke wê nîne.’’
Çelebî bibîr dixe ku hêzên li dijî rejîma Baasê nedikarîn civaka navdewletî razî bikin bo jinavbirina rejîma Sedam ger Kurdan di wê cepheyê de cîh negirtibana û got: "Kurdan rê da ku partiyên Erebî li Hewlêr û Silêmaniyê bicîh bibin û bi vêna jî hêzên rojava gehiştin wê baweriyê ku ax û piştîvaniya me heye bo jinavbirina Sedam.’’
Herweha Çelebî diyarkir ku "Hemû sîstemên siyasî yên berê ligel Kurdan rêkdikeftin lê dawî poşman dibûn û rêya şer hildibijartin, şer jî malwêranî bû bo hemû aliyan û krîzeke metirsîdar bi xwe re dianî




