26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Vexwendina Serok Barzanî bo Mûnîxê îtîrafeke bi pêgeha taybet ya Herêma Kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî bi fermî bo Kongreys Mûnîxê hat vexwendin û çavdêrekî siyasî jî dibêje ew vexwendin îtîrafeke welatên rojava ye ji ber giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de.

Mamostayê Zanîngehê û çavdêrê siyasî Dr. Salih Mela Umer Îsa ji malpera KDP.info re ragihand: “Vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê bow î kongreyî nîşana wê yekê ye ku wek faktereke girîngî bi bandor e di berqerarkirin û belavkirina asayişa cîhanî û dive derfetek bo Kurdistanê heta ku di wî kongireyî de behsa şerê xwe li dijî rêxistina terorîstî ya bi navê DAIŞê bike û bibe sedema wê yekê ku welatên din ên cîhanê ji aliyê darayî û çek û teqemeniyan zêdetir alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin û hevdem behsa koçberên Herêma Kurdistanê bê kirin.”

Ew mamosteyê zanîngeyê di wê baweriyê de ye ku eger zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê were kirin dê karibe pir asanî bi ser wê rixistina terorê bi ser keve û dê bibe sedem ku ew koçberên ku berê xwe didin Ewropa û jiyana xwe dixin nav metirsiyê de, vegerin ser mal û hale xwe û bandorê li ser berjewendiyên welatên rojava dike.

Herwiha amaje bi awayê dîfakto û siyasî û got ku Herêma Kurdistanê û Bexda ji hev veqetya ne û Bexda ne tenê pereyên Kurdistanê jê re naşîne, lê belê alîkariya Hêzên Pêşmerge jî nake di şerê li dijî DAIŞê de û welatên rojava jî dizanin ku rola Pêşmerge ji ya hêzên Iraqê zêdetir e û hejmarek zêde ji koçberên Iraqê jî berê xwe dane Kurdistanê.

Dr. Salih wiha got: “Welatên rojava îtîrafê bi wê yekê dikin ku Herêma Kurdistanê roleke girîng dibîne û ew rastî qebûl kirine, ji ber ku jibilî vexwendina Serokwezîrê Iraqê, Serok Barzanî jî bo kongir hatiye vexwendin.”
 

Nûçeyên têkildar