26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Bexda pereyan ji yedeka Banka Navendî dikşîne û nade Pêşmerge

Çavkanî: KDP.info

 

Hewlêr-KDP.info- Endamekî Encûmena Nûnerên Iraqê ragihand ku, Bexda

bi eşkere xedir li Herêma Kurdistanê dike û naxwaze pêbend be bi

rêkeftinan, ji ber ku rastî kirîzekê hatiye ku bi xwe jî tiştekî jê nizane.

Herwiha da zaîn ku, Bexda pera ji yedeka Banka Navendî dikşîne û nade

Pêşmerge.

Şaxewan Ebdullah Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê ji malpera KDP.info re

ragihand: “Yek serbaz û çekdarê Heşda Şeibî mûçeyê wî ne li ser dahata

petrola Iraqê ye, ji ber ku niha dahata mehekê ya petrola Iraqê 1 trilyon

dînar e, lê mûçeyê mehane yê fermanberên Iraqê 4 trilyon dînar e. Bi

wateya ku Hikûmeta Iraqê ji pereyên yedega Banka Navendî bo mûçeyan

dikşîne, lê tiştekî jê nade Pêşmerge.”

Ebdullah wiha got: “Mixabin ji vê helwesta Bexda re, ku Hêzên Pêşmerge bi

qehremanî bergiriyî di ber axa Kurdistanê de dikin û li dijî DAIŞê alîkariya

hemû hêzan dikin. Ew yek bi temamî bervajî distur û rêkeftinan ne.”

Wî parlemanterê kurd wiha domand: “Bexda bi eşkere xedir li Herêma

Kurdistanê dike û naxwaze pêbend be bi rêkeftinan, ji ber ku rastî kirîzekê

hatiye ku bi xwe jî tiştekî jê nizane.”

Nûçeyên têkildar