PKK ji Cizîrê hat derxistin

Cizîrê-KDP.info- Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala ragihand ku
operasyonên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi awayekî “serkeftî” bidawî bûn û
PKK bi temamî ji Cizîrê hat derxistin.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala îro bersiva pirsên
rojnamevanan da û got operasyonên 14ê Berfanbara 2015an destpêkirî îro
beriya nîvro bidawî bûn.
Efka Ala derbarê rakirina operasyonên li Cizîrê de wiha got: “Îro, li Cizîrê
operasyonan bidawî bûn û pir bi serkeftî. PKK ji Cizîrê hat derxistin. Ji niha
şûnda fealiyetên lêkolîn û lêgerînê dê dewam bikin. Mîna Sîlopiyê,
qedexeya derketina derva dê ji bo qederekê jî bê dewamkirin. Ji ber ku
dafik hene, dibe ku li hin deveran mayîn hebin ku dê zirarê bide mirovên
me.”
Ala herwiha diyar kir ji bo xebatên lêgerîn û lêkolînê qedexeya derketina
derva dê hinekê berdewam be.




